Kurmanji

LSS Assistans, alîkarî, destek û pisporiya qanûnî.

Dema ji bo karê rojane alîkarî ji te yan kesek nêzîkî te re pêwist bike da ku bikaribe ji heq xwe derkeve kesê herî baş dizane bê çi alîkarî pêwist e û alîkariyeke çawa dikare bê kirin tu bi xwe yî. Lewra bi LSS Assistans tesîra te ya li ser alîkarî, lênerîn û emniyeta ji te re pêwist û ku tu heq dikî di asta herî bilind de ye.

Bi LSS Assitans re rojeke hêsantir

LSS Assistans rêxistineke seranserê welatî ye. Nivîsgehên wê li Stockholm, Göteborg û Malmö hene û li tevaya Swêdê kar dike. Em asîstaniya şexsî didine kesên astengdar. Em herwiha di ber pêwistiyên te yên LSS re alîkariya qanûnî û îdarî jî bêheq didin, ji ber em dizanin ku qonaxa hiqûqî û têkiliya bi rayedaran re dikare tevlîhev be û gelek wext bixwe.

Pêdiviya te, hilbijartina te.

Em li gor pêdiviyên te yên taybet karkeran peyda dikin, digrin kar û wan perwerde dikin. Baweriya me bi serbestiya te ya hilbijartinê heye û em bi şîyana te pêbawer in ku tu dikarî asîstanê xwe yê şexsî bi rê ve bibî. Em herwiha gelek baş dibînin ku karbirên me ji bo kar xizm/malbata xwe hilbijêrin.

Bi LSS Assistans tu tim alîkariya qanûnî û îdarî werdigrî, û tim xwe di emniyetê de dibînî. Derbarê astengiyên te de karmendên biperwerde yên bi kompetenseke berfireh, wextnas, xwedîtecrûbe û zanîneke berfireh hene.

Sîgortayên me li gor wezîfeyan hatine siparîşkirin. Şertên me yên kar û miaş hem ji aliyê asîstenan ve tê ecibandin û hem jî karbir ji asîstanan memnûn û kêfxweş dibin.

Bi LSS Assistans tu van distînî:

Çareyên tevahî yên li gor daxwaz û pêwistiyên te yên taybet hem li malê hem jî derveyî malê.

– Serdanên malê yên li gor daxwazên te

– Hevkariya bi şaredarî, wîlayet û elaqedarên şexsî re

– Dema karker kêm bin di nav wezîfedariyê de wek alîkarî cîgir tên peyda kirin

– Di danûstandinên bi rayedar û saziyên ku têkiliya wan bi astengiyên te heye re şêwirmendiya şexsî û alîkarî.

– Di dagirtina formên miracaetê de alîkarî

 

Eger tu pirsên te hebin, kerem bike li 031-83 36 50 bigere yan jî nameyekê bişîne info@lssassistans.se